ENKS`Ê ji bo salvegera 52 a Kembera Erebî daxuyanî da

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) ji bo salvegera 52`yemîn a Kembera Erebî daxuyaniyek da. ENKS'ê diyar kir ku armanca sereke ya projeya Kembera Erebî guhertina demografiyê bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) di salvegera 52`yemîn a bicihanîna Kembera Erebî de daxuyaniyek belav kir.

ENKS'ê  diyar kir ku Kembera Erebî yek ji xetertirîn polîtîkayên nijadperest û şovenîst bû û got:

Bi rêya Kembera Erebî projeyê erdên Kurdan ji wan hatin standin û li Ereban hatin belavkirin.

Armanca sereke ya projeya Kembera Erebî guhertina demografiyê ya bi zorê bû.

ENKS: Armanca projeya Kembera Erebî guhertina demografiyê bû

ENKS'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 24ê Hezîrana 1974an, birêvebiriya Partiya Beasê ya Sosyalîst biryara hejmar 52 derxist û got:

“Bi hinceta "Çaksaziya Çandiniyê" erdên Kurdan ên ku di salên 1965, 1966 û 1967an de dest danîbûn ser hatin dabeşkirin.

Ev erd li ser sînorê Tirkiyeyê bûn. Kûrahiya wan 10 heta 15 kîlometre û dirêjahiya wan jî 275 kîlometre bû.

Rûberê van erdan bi giştî 2 milyon donim bû.

Hinceta wan a wê demê ew bû ku ji ber çêkirina Bendava Feratê av bi ser hinek gundên Ereban de girtiye, lewma ew Ereb anîn û li ser erdên Kurdan bi cih kirin.

ENKSyê destnîşan kir ku 24ê Hezîranê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û da zanîn:

"Wê demê 40 gundên Ereban hatin avakirin.

Erebên ji Minbic û Tebqayê anîn û li van gundan bi cih kirin.

Li her gundekî nêzîkî 100 malbatî hatin bicihkirin.

Hemû xizmetguzariyên wekî av, elektrîk, dibistan, rê û telefon ji bo wan hatin dabînkirin.

Ev di demekê de bû ku li ti gundên Kurdan ev xizmetguzarî tunebûn.”

Encumenê bang li hemû hêzên niştimanî, demokratîk û civaka navneteweyî kir ku hebûna gelê Kurd di destûrê de were naskirin.

Her wiha ENKSyê xwest ku hemû siyaset û projeyên nijadperest ên wekî Kembera Erebî werin hilweşandin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Sûriyeyeke nû ya demokratîk, nenavendî û wekhev were avakirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye