Ev bîranîn wekî yek ji rûmetên herî bilind ên ku ji hêla Serok ve ji mêvanên navdar re tê dayîn, ku nivîsa fermî û gotinên "Mifteya Qesra Spî" li ser hene.
Ronaldo paşê li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek spasdariyê weşand û got:
"Spas dikim, Birêz Serok, ji bo vexwendinê û pêşwaziya germ a ku ji min û hevjîna min re hatî kirin.”
Her wiha Trump vîdyoyek ji hêla AI ve hatî çêkirin li ser hesabê xwe yê Truth Social weşand ku nîşan dide ew bi Ronaldo re di hundurê Ofîsa Oval de futbolê dilîze.
Trump li ser vîdyoyê şîrove kir û got: "Ronaldo mirovekî pir baş e. Pin kêfa min ji hevdîtina wî li Qesra Spî re hat. Ew bi rastî jîr û jêhatî ye."