Trabzonsporê Kûpaya Tirkiyê qezenc kir

Trabzonsporê bi têkbirina Konyasporê bi encama 2-1 fînala Kûpaya Ziraat Türkiye qezenc kir. Ev ji bo Trabzonsporê şampiyoniya dehemîn a Kûpaya Tirkiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trabzonspor û Konyaspor di fînala Kûpaya Tirkiyê de hatin pêşberî hev. 

Lîstikvanê Trabzonê Paul Onuachu, di deqeya 18'an de gola tîma xwe anî.

Nîvê yekem ê maçê bi encama 1-0 bi dawî bû.

Tîma Konyasporê di deqeya 50'î de bi gola Muleka encam wekhev kir.

Her wiha di deqeya 79'an de Onuachu ji penaltiyê gola duyemîn a tîma xwe anî.

Tîma Şînê di dîroka xwe de cara 10'emîn kûpa qezenc kir

Tîma Fatih Tekke, ku di deqeyên mayî yên maçê de serdestiya xwe parast û fînal bi encama 2-1 qezenc kir.

Trabzonsporê Konyaspor têk bir û di Kûpaya Tirkiyê de bi ser ket.

Tîma şînê di dîroka xwe de cara 10'emîn kûpa hilda.

Bi vê encamê, Trabzonspor wê di sezona 2026-2027'an a UEFA Europa League de ji qonaxa play-offê dest pê bike.

Trabzonsporê ji tûra 4'emîn dest bi Kûpaya Tirkiyê kir.

Bi têkbirina Vanspor FK derbasî qonaxa komê bû.

Tîma şînê ya bi têkçûna li hemberî Alanyasporê dest bi qonaxa komê kir û bi têkbirina Stenbolspor, Fethiyespor û Başakşehirê di Koma A'yê de bû 2'yemîn.

Trabzonsporê ya ku di fînala çaryekê de Samsunsporê derbas kir.

Di nîvfînalê de Gençlerbirligi têk bir û cihê xwe di fînala Kûpaya Tirkiyê de misoger kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye