Maça Real Madrîd û Girona 1-1 bi dawî bû

Li staduma Santiago Bernabeu taximê Real Madrîd mazûvaniya Girona kir û bi wekheviya 1-1 ji maçê derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Maça di navbera Real Madrîd Girona de ji bo hefteya 31'emîn a La Lîga bi wekheviya 1-1 bi dawî bû.

Lîstikvanê Uruguayanî Federico Valverde di deqeya 51'emîn de gola yekem anî û skora maçê vekir.

Her wiha lîstikvanê Fransî Thomas Lemar di deqeya 62'emîn de gola wekheviyê anî û encam kir wekhev.

Têkçûna Real Madrîd di gera 30'î de li hember Real Mallorca û wekheviya duh ya li hember Girona bû sedema ku 5 xalên girîng ji dest da.

Li hember vê yekê, Barcelona yê ku di rêza yekem de ye nêzîkî bidestxistina şampiyontiyê dibe.

Real Madrîd niha bi 70 xalî di rêza duyemîn de ye, bi 6 xalan li paş Barcelona ye ku wê îro ji bo gera 31'emîn bi Espanyol re bilîze.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye