Pisporên bankê di raporeke xwe de dibêjin, tê hêvîkirin ku heta meha gulanê nîvê çûn û hatinê di Tengava Hurmizê re asayî bibe û di hezîranê de jî bi temamî vegere rewşa berê.
Pisporan bal kişand ser wê yekê jî ku ger vegera trafîkê ya ber bi asta ji 100% a berya şer gav bi gav be û heta Tîrmehê bikişîne, dibe ku ev yek bihayê petrolê ji bo her bermîlekê 15-20 dolarên din zêde bike.
Li gorî bankê, dibe ku bihayê bermîla petrolê dîsa bigihêje derdora 120 dolarî.
Tevî agirbesta bi Îranê re jî, hê çûn û hatina keştiyan di Tengava Hurmizê re asayî nebûye.
Heta doh nêzîkî 346 tankerên sotemeniyê di nav Kendavê de asê mabûn.
Di van keştiyan de bi giştî nêzîkî 104 milyon bermîl petrola xam û 1,3 milyon ton gaza xwezayî ya şidandî (LNG) barkirî ne.
Tengava Hurmizê ku Îran dikeve bakurê wê, Kendavê bi bazarên cîhanê ve girê dide.
Ev der rêyeke sereke ya bazara enerjiyê ye û di demên asayî de ji sedî 20ê bazirganiya petrola cîhanê di wir re derbas dibe.