Li Rûsyayê şewat: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Ryazan a Rûsyayê di şewata li tesîseke hilberînê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê ragihand ku di şewata li tesîseke hilberînê ya li herêma Ryazanê de çêbibû, herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 134 kes jî birîndar bûn.

 

Wezaretê eşkere kir ku tîmên rizgarkirinê li cihê teqînê, ku 320 kîlometre li başûrê rojhilatê Moskovayê ye lêgerînê didomînin.

 

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê diyar kir ku lêkolîn û lêpirsîn hin berdewame lê heya niha sedema şewatê nehatiye eşkere kirin.

 

Berî hefteyekê jî, Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê dabû xuya kirin ku teqînek din li heman herêmê pêk hatibû û di encamê de, 11 kes jiyana xwe ji dast dabûn û 130 kes din jî  birîndar bibûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24