Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li şerê nukleerî (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, careke din dengê xwe bilind dike.
Serokê IPPNW yê Nûnertiya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Biroli û ji nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser ‘mafê hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand.
Di nameyê de, fikar hatin bilêvkirin, ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne û işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo hate kirin.
Her wiha di nameyê de, hate gotin ku Tirkiye têkildarî cezayê girtîgehê yê girankirî, bi taybetî jî yê di doza Abdullah Ocalan de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi israr bi cih nîne.
Tirkiye li gorî zagonan tev nagere
Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de, salek dem dabû Tirkiyê da ku hin biryar hene bi cih bîne û
guhertinên qanûnî yên pêwîst bike.
Lê belê hikûmeta Tirkiyê eşkere kir ku ew bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ red dike.
‘Berdana Ocalan wê pêvajoyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin’
Di nameya wê saziya navneteweyî de hatiye destnîşankirin ku Birêz Abdullah Ocalan beriya demeke kurt ji bo bidawîkirina şer bangeke dîrokî kir, fesixkirina PKK’ê ragihand û pêşniyara aştiyê li Tirkiyê kir.
Berdana wî dikare pêvajoya çareseriyeke nû li Rojhilata Navîn bide destpêkirin.
Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku hemû tedbîrên pêwîst werbigire, ji bo Tirkiyê neçar bihêle ku biryaran bi cih bîne.
Divê Tirkiyê biryara mafê hêviyê bi cih bîne
IPPNW destnîşan kirin ku divê tecrîd û bêhêvîtî were bidawîkirin.
Di dawiyê de doktoran ji Tirkiyê xwestin ku di dosya Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne, mercên berdana wî biafirîne û bi biryardarî tev bigere.