Li Nevadayê agirê daristanê yê bi destê mirovan çêbûye gefê li hezarên kesan dike

Agirekî daristanê yê ku bi destê mirovan derketiye û ji kontrolê derketiye, li bakurê rojavayê bajarê Reno yê parêzgeha Nevada ya Amerîkayê mal wêran kirin. Rayedaran bang li nêzîkî 90 hezar kesî kir ku herêmê vala bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirê daristanê yê bi navê "Hawke" roja şemiyê dest pê kir û di demekî kurt de gihîşt rûberê 53 kîlometre çargoşe. Ev agir di ser herêma Çiyayê Peavine re di nava Daristana Neteweyî ya Humboldt-Toiyabe de belav dibe, ku li wê derê girên asê li nêzî sînorê parêzgeha Kalîforniyayê dor li mal û kargehan girtiye.

Şerîfê Navçeya Waşo, Darin Balaam, diyar kir ku agir bi lezeke awarte pêş ketiye, di ser kamyonên agirkujiyê re baz daye û gihîştina tîmên bersivdayînê ya ji bo xalên germ zehmet kiriye. Bi berfirehbûna qada xetereyê re ku gihîşt derdorê Zanîngeha Nevadayê, fermana valakirinê ji bo nêzî 42 hezar şêniyan hat dayîn. Rayedaran piştrast kir ku herî kêm 6 kes birîndar bûne, di nav wan de 3 sivîl û 3 karmendên hawarçûnê hene. WHer wiha, parêzgarê Nevadayê Joe Lombardo rewşa awarte ragihand û banga Hêza Parastina Neteweyî kir da ku piştgiriya hewayî bidin xebatên vemirandina agir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye