Li başûrê rojavayê Çînê erdhejek bi hêza 4.7 pileyî çêbû

Li herêma Çangnîng a ser bi bajarê Yîbînê li parêzgeha Sîçuan a li başûrê rojavayê Çînê, erdhejeke nerm a bi hêza 4.7 pileyî rû da. Hat ragihandin ku navenda vê erdhejê di kûrahiya 5 kîlometreyan de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Torgilokên Erdhejê ya Çînê ragihand ku sibeha roja Duşemê, erdhejeke bi hêza 4.7 pileyî li gorî pîvoka Richter li parêzgeha Sîçuan a li başûrê rojavayê welat xistiye.

Li gorî nûçeya ku ajansa fermî ya nûçeyan a Çînê "Xinhua" ji ser zarê navenda erdhejnasî parve kiriye, erdhej bi taybetî li navçeya Çangnîng a ser bi bajarê Yîbînê rû daye. Her wiha pisporan tespît kirine ku kûrahiya vê erdhejê pir nêzî rûyê erdê ye û tenê 5 kîlometre di binê erdê de pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye