Wezareta Parastinê ya Rûsyayê sibeha roja Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa wan bi dronan êrîşên komî birine ser binesaziya serbazî, pîşesazî û enerjiyê ya Ûkraynayê. Di encama van êrîşan de li paytext Kiyîvê depoyeke ku materyalên çêkirina dronan tê de bûn hat îmhakirin. Diheman demê de li bajarokê Vishneve yê ser bi parêzgeha Kiyîvê jî kargeha "Tucans" a ku parçeyên dronan hildiberand hate lêdan.
Li herêma Odesayê sê navendên lojîstîk ên ku ji bo embarkirin û dabeşkirina alîkariyên serbazî yên artêşa Ûkraynayê dihatin bikaranîn hatin rûxandin. li bajarokê Myrnie jî depoyeke din a parçeyên dronan hate armancgirtin. Her wiha di dema tevgerê de keştiyeke barhilker a ku kelûpelên serbazî ber bi bendava Odesayê ve diguhast li deryayê hate ruxandin.
Rûsyayê diyar kir ku wan di nava heman şevê de 514 dronên Ûkraynayê li seranserî 19 herêmên Rûsyayê û deryayên Reş û Azovê rûxandine.