Encama danûstandina di navbera Amerîka û Îranê de di rewşeke nediyar de ye û bi daxuyaniyan dijberiyê didomînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe de rewşa niha ya artêşa Îranê jî eşkere kir û wiha nivîsî:
Hemû dema cîhanê di destê min de ye, lê dema Îranê tune ye dem ber bi bidawîbûnê ve diçe!"
Trump: Hêza asmanî ya Îranê hatiye wêrankirin
Donald Trump di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser wan ziyanên giran ku li artêşa Îranê hatine û got:
"Hêza deryayî ya Îranê di binê deryayê de ye, hêza wan a asmanî hatiye wêrankirin,
çekên wan ên li dijî balafiran û radarên wan nemane, serkirdeyên wan êdî li gel me tune ne.
Dorpêç tund û bihêz e û dê ji niha xerabtir jî bibe, dem ne di berjewendiya wan de ye"
Serokê Amerîkayê diyar kir ku peyman tenê, wê demê, dikare were kirin ku guncav be û ji bo Amerîka, hevpeymanên wan û ji bo hemû cîhanê baş be.
Turmp diyar kir ku ew dix wazin bi Îranê re lihevkirinekê bikin, lê ew nizane bê ka kî berpirsyar e.
Trump: Em nahêlin Îran bibe xwedî çekên navokî
Li Koşka Spî jî serok Turmp bersiv da pirsên rojnamevanan ên der barê dosyaya Îranê de.
Turmp eşkere kir ku ew ê nehêlin Îran çekeke navokî hebe ku "gefê li Rojhilata Navîn an Amerîkayê bixwe."
Her wiha da zanîn ku dibe Îran di vê agirbestê de hinekî cebelxaneya xwe xurt kiribe, lê belê "artêşa Amerîka dikare wê di rojekê de ji holê rake."
Trump destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îranê nêzîkî 75 ji sedî li armancên xwe xistiye.
Trump: Amerîka di şerê li dijî Îranê de çekên navokî bi kar nayîne
Trump gengaziya destpêkirina êrîşên li dijî Îranê bi rêya bikaranîna çekên navokî red kir.
Donald Turmp got ku divê destûr neyê dayîn ku tu sazî çekeke navokî bi kar bîne.