11'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Mihrîcan di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin.
Di mehrîcanê de dê 22 lîstik werin pêşandan
Tê zanîn ku di mihrîcanê de wê bi giştî 22 lîstik werin pêşandan.
Di bernameya mihrîcanê de ne tenê dê lîstikên şanoyê hebin, lê belê çalakiyên gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê werin lidarxistin.
Her wiha hat gotin ku pêşkêşiya şanoyê dê atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide xelkên bajêr.
Di roja duyem de gelek şanoger, stranbêj, nûnerên saziyên sivîl tev li bernameyê bûn.
Bername bi lîstika şanoyê ya bi navê “Moraşîn” hat pêkêşkirin.
Moraşîn ji aliyê 50 şanogerî ve hat lîstin
Ghotbedin Sadeghi derhêneriya Moraşînê kiriye ku ew çîroka şanoya wêrekiya jina Kurd a ku evîn, fedekarî, berxwedan û hêmanên efsaneyî bi hev re dihûne.