Hunermend Elî Mensûr koça dawî kir

Hunermend Elî Mensûr ê ji bajarê Amûdê îro di temenê xwe yê 60 saliyê de, ji ber nexweşiyekê ku demeke dirêj e pê ketibû, koça dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hunermend Elî Mensûr di temenê xwe yê biçûk de dest bi rêwîtiya hunerê kiribû.

 

Her wiha Elî Mensûr li bajarên wekî Qamişlo, Hesekê û Amûdê bi stranên xwe beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibû.

 

Hunermend Elî Mensûr di sala 1982'an de, Koma Mehabad ava kir.

 

Elî Mensûr jî di nava komê de gotinên gelek stranan nivîsandine û saz kirine.

 

Di sala 1986'an de Elî Mensûr tevî hejmareke hevalên xwe Koma Agirî li bajarê Amûdê ava kir.

 

Elî Mensûr bi welatparêziya xwe û girêdana xwe bi civak û doza Kurd ve dihat naskirin.

 

Ji ber straneke xwe ya neteweyî ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin. Tevî zextên rejîmê jî dest ji hunera xwe ya şoreşê berneda.

 

Her wiha Cenazeyê hunermend Elî Mensûr dê li bajarê Amûdê bê veşartin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye