Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo ‘mafê hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê’yê da

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo mafê hêviyê yê Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di 15-17’ê Îlona 2025’an de mijara “rêgeza hêviyê” ya ji bo Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan gotûbêj kir û ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” heta Hezîranê dem da Tirkiyê.

 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo agahdarkirina der heqê sepandina “mafê hêviyê” yê Ocalan daxwazname pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û ev xal dan:

 

1- Hikûmetê, têkildarî biryara Dadegah Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der heqê doza Ocalan hejmar 2 (biryara mafê hêviyê ya ji bo girtiyên cezayê muebeda giran) heta niha tu gavên şênber neavêtine.

 

2- Em pêşniyar dikin ku ev di civîna 1537’emîn a komîteya we de bê nirxandin. Divê hişyariya ji bo Tirkiyê ji nû ve bê kirin û ji raya giştî re bê ragihandin.

 

3- Rexmê derbasbûna 12 salan, têkildarî tevdîtên giştî tu gav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê, li gorî xala 46/4.emîn a Peymanê (dema dewletek aliyê peymanê, li gorî PMME’yê tevnegere divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê lêpirsînê bide destpêkirin) divê proseya binpêkirinê bê destpêkirin.

 

4- Hikûmeta Tirk, divê li gorî rêgezên biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere, qanûnên tehliyekirinê bisepîne û qanûnên tehliyekirinê asteng dikin, biguherîne. Divê ji bo vê yekê bang li hikûmetê bike.

 

5- Divê mînakên doza bi navê Koma Gruban tê nasîn, li Tirkiyê bên xurtkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye