Penaberên Efxanî ji Îranê tên dersînorkirin

Li Îranê dersînorkirina penaberên Efxanistanê didome. Heya neha zêdetirî milyonek penaberên Efxanistanî hatinê dersînor kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Îranê dan diyarkirin ku li gorî hijmarên nefermî, li welatê wan nêzî 6 milyon Efxanî hene û gelek ji wan koçberên neyasayî ne.

Parlementer û Serokê Komîteya Kar û Barên Navxwe yê, parlamentoya Îranê Mihemed Salih Cokar derbarê koçberan de ev nirxandin kir:

``Tehran dijmûnatîya penaberan nake. Lê hejmara penaberên Efxanistanê li Îranê zêde ye û ew nikarin vê barê penaberan bigrin ser milên xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Efxanistanê Amîrxan Mûteqî jî diyar kir ku Efxanistan ji vegerandina penaberan re ne amade ye.

Di encamê van nîqaş û bertekan de rejîma Îranê dema vegerandina penaberên Efxanî, heya 6'ê îlonê dirêj kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24