Yekîneyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 tankeran û 4 wesayîtên zirxî pêk dihat ket derdora parêzgeha Quneytirayê.
Hêzên Îsraîlê ji baregeha xwe ya li Til Ehmer ê rojava ber bi gundê Kondayê yê Quneytîrayê ve bi rê ket û demeke kurt tê de ma.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro hêzeke Îsraîlê ket derdora bajarokê Seyda Colan Hanût ê gundewarên başûrê Quneytîrayê û piştî çend saetan vegeriya baregeha xwe ya li Colanê.