Kemal Kiliçdaroglu: Em riya rast di pêvajoyê nîşan bidin

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, têkildarî qanûna çarçoveyî peyamek parve kir. Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe de dibêje ev pêvajo ne ji bo parçebûnê lê ji bo xurtkirina yekitiyê ye û dermankirina birînane. Her wiha dibêje ku ew ê rê nedin hêzên derve daxwazên xwe yên parçekirinê li ser Tirkiyê pêk bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demekê de ku nîqaşên li ser pêşnûmeya xurtkirina hevgirtina neteweyî û entegrasyona civakî berdewam dikin, Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyek parvekir.

Kemal Kiliçdaroglu li ser hisabê xwe yê medyaya civakî peyamek da û got:

"Wekî Koma Partiya Gel a Komarî, li gorî berpirsiyariya ku dîrokê li ser milên me daniye, em ê bi têgihîştinek tevbigerin ku ne tenê piştgirî dide lê di heman demê de berpirsiyariyê digire ser xwe û riya rast di vê pêvajoya dîrokî de nîşan dide."

Kemal Kiliçdaroglu: Em ê bê dudilî beşdarî pêvajoyê bibin

Serokê CHP`ê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya ji bo her pêkhatiyên ku li Tirkiyê dijîn anî ziman û wiha lê zêde kir:

''Cudahiyên me ne çavkaniya dabeşbûnê ne, lê dewlemendiya welatê me yê hevpar e.

Ev pêvajo ne pêvajoya dabeşbûn û perçebûnê ye.

Ev pêvajo dermankirina birînan, xurtkirina biratiyê û ji nû ve yekbûna wekî milet e.''

Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu di dawiyê de li ser pêvajoyê ev tişt anî ziman:

"Em ê bê dudilî beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Lêbelê, em ê tu carî nehêlin ku avahiyên cîhanî yên parçeker ên ku dixwazin zemînek nû ji bo alozî, pevçûnên navxweyî li welatê me biafirînin, bi ser bikevin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye