Lezgin

Li Dêrazorê 6 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand li herêma Rewad a gundewarê rojavayê Dêrazorê di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin.

reset font size increase font size

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê gora komî li nêzî benda kontrolê ya Telayî ya rejîma berê hate dîtin, bi kêmanî 8 term hatin derxistin.

Heman çavdêriyê diyar kir li bajarokê Nemer ê Derayê keçeke pirsgirêkên dirûnî pê re hene, dayika xwe bi kêrê kuşt û li taxa Remil a başûrê Laziqiyê jî 2 kes bi kêran ciwanek kuşt.

Navenda çavdêriyê eşkere kir ku li gundewarê Humisê ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin. Li devera Sebxa ya Tedmurê jî mayînek bi erebeya barhilgir ve teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Her wiha li derdora bejahiya Meyadîn a gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî fermandarekî ji îraqê di tîma endazyariyê de cih digirt,ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24