Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê berdewam dike.
Piştî nîqaş û nirxandinên li ser xalên qanûna çarçoveyî ji xala 1an heta xala 6an di Desteya Giştî de hat qebûlkirin.
Desteya Giştî bi beşa 2`yemîn nirxandinên li ser xalên din ên qanûna çarçoveyî ve berdewam dike.
Li ser pirsa parlamenteran Serokê Komisyona Edaletê yê Meclisê Cuneyt Yuksel bersiv da.
Piştre jî derbasî xalên qanûna çarçoveyî bûn û li ser xalan parlamenteran bi dorê mafê axaftinê girtin û nirxandin kirin.
Parlamenterê AKPê Huseyîn Yayman jî got ku di dema AKPê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav hatine avêtin.
Piştî axaftinan li ser xala yekê a qanûn pirs hatin pirsin û Serokê Komisyona Edaletê Cuneyt Yuksel bersiva pirsan da.
Parlamentera DEM Partiyê yê Bedlîsê Semra Çaglar bi lêv kir ku ji bo bi dawîkrina pêvçûnan û avakirina zemîna hiqûqî gaveke dîrokî diavejin.
Parlamentera DEM Partiyê yê Colemêrgê Oznur Bartin jî destnîşan kir ku aştiya mayinde ne tenê bi danîna çekan di heman demê de bi wekhevî û azadiyê mîsoger dibe.
Piştî nîqaş û nirxandinên li ser xalên qanûna çarçoveyî ji xala 1an heta xala 6an a qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî de hat qebûlkirin.