Mijara nuklerî ya Îranê her tim di rojevê de ye, hewldan hene ku çareserî jê re were dîtin, lê heya niha alî negihîştine ti encamê.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji bo aktîfkirina cezayê “Snapback"ê li ser Îranê ew ê piştî agahdarîkirina 30 rojan, biryar bidin.
Kaja Kallas: Divê çareseriyeke dîplomatîk were peydakirin
Di vê derbarê de, Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja li Kopenhagenê beriya civîna Yekîtiya Ewropayê axivî û got: "Em derbasî qonaxeke nû ya ji 30 rojan dibin. Divê em vê demê ji bo peydakirina çareseriyên dîplomatîk bi kar bînin."
Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî diyar kir ku Biryarnameya 2231ê, girêdayî rakirina dorpêçên navneteweyî yên li ser Îranê hatine sepandin ne.
Rezayî: Gumana me li ser konseyê heye
Rezayî dest nîşan kir ku ew sê welatan Ewropî, roleke baş û erênî, di rakirina dorpêçên li ser Îranê nelîstine, lewma gumana wan li ser heye.
Rizayî tekez kir ku divê Îran ji şeş mehan zêdetir biryara 2231 a NY qebûl neke, ji ber ku ev yek, wê bibe sedema bêîstîqrariya bazar û civakê.
Rezayî: Hêzên me di amadebaşiya tam de ne
Îbrahîm Rezayî Îhtmaliya şer anî ziman û got:"Eger em xwe ji bo şer amade bikin, dijmin newêre êrişî me bike û şikir ji Xwedê re hêzên me yên çekdar di amadebaşiya tam de ne."
Eraqçî: Em gava neqanûnî û neheq a sê welatên Ewropî şermezar dikin
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ti mafên exlaqî û qanûnî tune ye, ku welatên Ewropî mekanîzmaya vegerandina dorpêçên navneteweyî li ser Îranê çalak bikin û eger ew mekanîzma were aktîvkirin, wê bertekeke tund a Tehranê hebe.
"Îran ji bo çareserkirina pirsgirêkê pabendê dîplomasiyê bûye"
Araqçî got ku Îran di tevahiya pêvajoyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pabendê dîplomasiyê bûye û bi berpirsiyarî û niyeteke baş tevgeriyaye.
Araqçî dest nîşan kir ku ew ê bi awayekî guncaw bersiva vê tevgera neqanûnî û neheq bide, da ku maf û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze û garantî bike.