Ji destpêka salê ve li Îranê herî kêm 841 kes hatin darvekirin

Eraqçî dest nîşan kir ku ew ê bi awayekî guncaw bersiva vê tevgera neqanûnî û neheq bide, da ku maf û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze û garantî bike. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îranê ji destpêka salê ve herî kêm 841 kes hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka NY'yê Ravina Shamdasani anî ziman ku li Îranê darvekirin weke 'amûreke tepisandina muxalefetê' tê bikaranîn û bi taybetî mirovên ji komên cuda yên etnîkî û koçber hedef têne girtin.

Ravina Shamdasani da zanîn ku tenê meha Tîrmehê 100 kes hatin darvekirin ev li gorî sala bori 2 qatî zêde bûye.

Netewên Yekbuyî eşkere kir ku xeteriya înfazê li ser 11 mehkûman heye.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk careke din bang li rêveberiya Tehranê kir ku cezayên darvekirinê rawestîne û vê yekê bike gava destpêkê ya ji bo rakirina bi temamî ya cezayê darvekirinê. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24