Li Ottawayê hevserokê KNK’ê bi serokê parlamentê yê Kanadayê re civiya

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs bi Serokê Parlamentê yê Kenedayê Tom Kmiec re li Ottawayê civiya. Tom Kmiec diyar kir ku dewleteke Sûriyê ya ji bo her kesî û bê alî ku xweseriya li Rojava nas bike, ji bo aramiya herêmî mecbûrî ye û divê li gor wê destûreke nû bê amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK li ewropayê xebatên xwe yên dîplomasî derbarê parastina destkeftiyên Kurdan de didomîne.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs di 25’ê tebaxê de, li paytexta Kanada Ottawayê bi Alîkarê Serokê Parlamentoya Kanadayê û Parlamenterê Partiya Muhafazakar Tom Kmiec re hevdîtineke girîng pêk anî.

Yek jî rojeva hevdîtinê rewşa dawî ya li Sûriyê û peymna 10ê Adarê ku di navbera QSD û Hikûmeta Veguhez a Sûriyê de hatiye îmzekirin bû.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Kanadayê û Parlamenterê Partiya Muhafazakar Tom Kmiec da xuyakirin ku peymana navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ya di 10’ê Adarê de hatibû îmzekirin, heta niha nehatiye bicihanîn û destnîşan kir ku nakokiyên li ser mijara entegrasyona hêzên Kurdan divê ji holê bêne rakirin.

 

 

Tom Kmiec: Xweseriya Rojava ji bo aramiya herêmê mecbûrî ye 

 

Tom Kmiec diyar kir ku dewleteke Sûriyê ya ji bo her kesî û bê alî ku xweseriya li Rojava nas bike, ji bo aramiya herêmî mecbûrî ye û biryara rêveberiya Şamê ya taloqkirina hilbijartinên li herêmên Kurdan rexne kir û wiha got:

''Divê destûreke bingehîn a nû bê amadekirin ku hemû cihêrengiyên etnîkî û olî temsîl bike.

Gelek mirov hatin kuştin, gelek mirov di bin sîstema zordar a rejîmê de hatin girtin an jî êşkence li wan hate kirin.

Eger ev yek dubare bibe hingî wê bibe trajediyeke mezin” û ragihand ku divê destûra bingehîn a nû ji bo hemû gelan be.”

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe ya ji ber piştgiriya Kmiec a ji bo meseleya Kurd anî ziman.

Karamûs her wiha rexneya Kmiec a têkildarÎ taloqkirina hilbijartinê û banga ji bo destûra bingehîn a ji bo gelan bi bîr xist û got, “Kurd û komên din ên etnîkî û olî divê hilbijartina wan li derve dihêle red bikin, divê daxwaza edalet û wekheviyê bikin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24