Saziya Serbixwe ya Kar û Barên Wendahiyan li Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke derbarê avakirina Meclisa xwe ya Şêwirmedniyê de da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclisa Şêwirmendiyê bingeha saziya serbixwe ye, ji bo wergirtina şîret û nêrînên ji pisporên sûrî û navneteweyî.
Hate diyarkirin ku saziyê zêdetirî 250 daxwaznameyên tevlîbûnê wergirtiye, lê bi tenê 11 kes hatine qebûlkirin ku dê heya 4 salan wek endamên Meclisa Şêwirmendiyê dest bi karê xwe bikin.
Di meclisê de Kurdekî ji Serê Kaniyê cihê xwe digire
Di nav wan 11 kesan de 6 jin hene, her wiha çalakvanekî Kurd ji bajarê Serê Kaniyê jî heye.
Saziya Serbixwe ya Kar û Barên Wendahiyan li Sûriyê, bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 29’ê hezîrana 2023’an de hatibû avakirin.