Duh hevdîtin di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de çêbû.
Hat ragihandin ku piştî nêzî du saetan, hevdîtin bi dawî bûn.
Ev civîn, wekî yekemîn hevdîtina aştiyê ya rasterast a di navbera her du welatan de tê dîtin.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, da xuyakirin ku nûnerên Beyrût û Tel Avivê piştî hevdîtinê li ser destpêkirina muzakereyên rasterast di dem û cihê ku dê bi hev re biryar bidin, li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hêvî hat diyarkirin ku ev hevdîtin bibe sedema peymaneke aştiyê.
Waşington navbeynkariyê dike
Şandeyên Îsraîl û Libnanê bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio li Waşingtonê hatin gelhev.
Rubio, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêvajo ne tenê bi gefên li ser Îsraîlê ve, lê di heman demê de girêdayî pirsgirêkên ku gelê Libnanê pê re dijî ye jî.
Li gorî nûçeya Reutersˊê, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku Îsraîl, ligel Libnanê pabendbûna xwe ya ji bo xebatên bêçekkirina komên "terorê" yên ne-dewletî û binesaziyên wan piştrast kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Libnanê banga agirbest û tedbîrên ji bo krîza mirovî kiriye.
Îsraîlê jî ji bo "çareserkirina pirsgirêkên çaresernebûyî" pabendbûna xwe ya ji bo muzakereyên rasterast aniye ziman.
Li gorî heman ajansê, Balyozê Îsraîlê yê li DYA’yê got ku hikûmeta Libnanê dibêje ku êdî ew ê di bin bandora Hizbullahê de nebin.
Derbarê daxuyaniya navborî de ji aliyê rayedarên Libnanî ve ti piştrastkirin nehatine.
Hate ragihandin ku balyoz her wiha aniye ziman ku Îsraîl di warên "ewlehî û sivîlan" de bi Libnanê re hevkariyê dike.
Hizbulahê 13 êrîş li dijî Îsraîlê pêk anîn
Hema piştî destpêkirina hevdîtinên rasterast ên di navbera Libnan û Îsraîlê de Hizbulahê ragihand ku wan li dijî bakurê Îsraîlê êrîşên rokêtî pêk anîne.
Di daxuyaniya Hizbulahê de hat diyarkirin ku di saet 18.15´an de, Kiryat Shmona, Metula û 11 bajarokên din bi êrîşên rokêtî yên hevdem hatine hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê beriya niha hişyarî dabû ku di pêvajoya hevdîtinên rasterast de ku Waşington, rayedarên Îsraîl û Libnanê tîne cem hev dibe ku êrîşên Hizbulahê zêde bibin.