Êrîşî ser navendeke Komele li Sûrdaş`ê hat kirin

Pêşmergeya jin Xezal Mewlan di êrîşeke Îranê de jiyana xwe ji dest da. Di 14`ê nîsanê de êrîşî ser kampa Komele li Sûrdaş`ê hat kirin. Komeleya Zehmtkêşên Kurdistanê êrîş şermezar kir û da xuyakirin ku Komara Îslamî ya Îranê bi droneke bombekirî ev êrîş pêk aniye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirê Komara Îslamî ya Îranê bi ser deşt û çiyayên Kurdistanê de dibare.

Kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li navçeya Sûrdaş a Herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Komele: Îranê bi droneke bombekirî êrîş kir

Di 14`ê Nîsanê roja sêşemê de, ev êrîş pêk hat.

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ku yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye, 2 daxuyaniyên nivîskî belav kirin, tê de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê, bi droneke bombekirî êrîşî ser yek ji navendên wê li navçeya Sûrdaş`ê kir.

Di destpêka êrîşê de 3 Pêşmerge birîndar bibûn

Di daxuyaniya yekem de hat gotin ku 3 Pêşmerge birîndar bûne, lê birîna pêşmergeyekê giran e.

Pêşmergeya jin Xezal Mewlan jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniya duyem de jî hat eşkerekirin ku yek ji pêşmergeyên birîndar, jiyana xwe ji dest da. Ew jî Xezal e.

Xezal Mewlan Çeperabad ji bajarê Mehabadê ye, endama Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye û di nav hêzên Pêşmerge yên Komele de cihê xwe digirt.

Li gor agahiyên çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê, Xezal 20 salî ye û ew di destpêka êrîşa 14`ê nîsanê de bi giranî birîndar bibû, piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Komele vê êrîşê bi êrîşeke "terorîstî" bi nav dike û dibêje ev belgeyeke din li ser dijayetiya Komara Îslamî ya Îranê ji mirovatî û azadiyê re ye.

Bi 707 dron û mûşekan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatibû kirin

Di şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de ku ji 28`ê Sibatê ve dest pê kiribû û di 8`ê Nîsanê de agirbesteke demkî hatibû ragihandin de, bi 707 dorn û mûşekan êrîşî ser Herêma Başûrê Kurdistanê jî hatibû kirin, 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 92 kesên din jî birîndar bibûn.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye