Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di peyamê de, diyar kir ku wan bi xemgîniyekê agahiya qezayê bi êş bihîst ku di encama qezayê de yek jê zarok, 13 şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiyê got ku ew sersaxîyê, sebir û aramîyê ji malbat û xizmên qurbaniyan re dixwaze.
Li ser rêya Qamişlo-Til Hemîsê di encama qezayekê de zarokek mir
Ji aliyekî din ve, duh êvarî li ser rêya Qamişlo-Til Hemîsê erebeyeke “Hunday” û şivanek li hev qelibîn. Tevî hewldanên tîmên destwerdana lezgîn lê zarokê ku şivantî dikir birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.