NY bang li Îranê kir ku darvekirinan bisekinîne

Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku li Îranê di hefteyekî de, 2 jê jin, 39 kes hatin darvekirin. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk darvekirinên li Îranê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li rêveberiya Tehranê kir ku darvekirinan tavilê rawestîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Îranê polîtîkayên darvekirinê zêdebûne, taybet jî yên li dijî mûxalîfan.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk têkildarî mijarê daxûyaniyek da û got: “Darvekirina li Îranê zêde bûye, ev yek jî nîşan dide ku dewletê cezayên darvekirinê weke amûreke ji bo tirsandina sivîlan bi kar tîne.”

Her wiha Turk diyar kir ku darvekirin ti carî di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de, divê neyê bikaranîn û Hikûmeta Îranê cezayê darvekirinê tavilê rawestîne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di meha tîrmehê de, li Îranê 110 kes hatin darvekirin.

 

Li Îranê di 7 rojan de, 39 kes hatine darvekirin

 

Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ da xuya kirin ku di hefteyekî de, 39 kes hatin darvekirin û di nava wan de, 2 jin hebûn.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 51 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin di hefteya 84emîn de didome.

Kampanyayê di roja 37’emîn a darvekirina girtiyên siyasî Mehdî Hasanî û Behruz Ehsanî de, carek din anî ziman ku divê cezayên mirinê bên rakirin û rêz li mafên mirovan re bê girtin.

 

Metirsî ji bo darvekirinê li ser 3 girtiyên siyasî hene

 

Berdevka Komîteya Azadî ya Girtiyên Siyasî bal kişand ser xeteriya li ser girtiyên siyasî Werîşe, Pexşan û Şerîfe û got: “Dibe di her kêliyê de, cezayê darvekirinê yên li wan hatî birîn bên pêkanîn.”

Salvegera ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya sala 2022’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destpêkirin nêzîk dibe.

Piştî vê serhildanê û şûnde rejîma Îranê her kesê azadîxwaz girt cezayê darvekirinê lê birî.

Di vê çarçoveyê de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Îranê ji destpêka salê û vir ve, 841 kes hatine darvekirin.

Her wiha eşkere kir ku tenê di meha hezîrana borî de, 110 kes hatine darvekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24