Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa polîtikayên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û destwerdana dewleta Tirkiyê ya ji Sûriyê re ji Ajansa Hewarê re nirxand.
Mihemede Mûsê diyar kir ku ew piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ya nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike û wiha got:
" Hikûmeta veguhêz projeyên îdeolojîk ku rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, bi pêş dixe û armanc dike ku îradeya Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê têk bibin.
Rejîma Baasê ya ku bêtirî 61 salan bi sîstemeke navendî hikum kir, siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê meşandin."
Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di aliyên aborî, siyasî, civakî de û li ser astên azadiya giştî û neteweyan bedelên pergala rejîma malbata Esed da.
Mihemed Mûsa tekez kir ku sîstema navendî li Sûriye û herêmê bi giştî têkçûna xwe ya pratîkî îspat kiriye û di pêkanîna hêviyên gel û neteweyan de bi ser neketiye û wiha domand: "Ev sîstem ne bi îradeya gelên herêmê, lê bi lihevkirina navneteweyî hatine damezrandin."
Mûsa: Em di aliyê siyasî û leşkerî de rêxistinkirî û xwedî îrade ne
Mihemed Mûsa bi bîr xist ku gel rejîma Beşar Esed hilweşand û Îran ji Sûriyeyê ya li ser bingeheke mezhebî ya Şîe û Elewiyan hatibû damezrandin, derxist û wiha lê zêde kir: "Lê li şûna wê rejîmek Sunnî ya tundrew hate danîn.
Mûsa eşkere kir ku rêveberên nû yên Sûriyeyê ji Kabulê di rêya Enqereyê re hatine Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Ev projeyeke mezhebî îslamî sunnî ye û ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin.
Tirkiye bi rêya wê dixwaze îradeya Kurdan û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên ku berdêlên zulm û zordestiyê dane, têk bibe.
Em ê îradeya pêkhateyên li Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî biparêzin. Em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî, piralî û federal bixebitin."
Mihemed Mûsa di dawiya axafina xwe de got ku ew bi Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî re ne.