ARTÊŞA TIRK CAREKE DIN ÇIYAYÊ METÎNA TOPBARAN KIR

Artêşa Tirk tevî agirbestê jî careke din çiyayê Metîna topbaran kir.

reset font size increase font size

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman eşkere kir ku artêşa Tirk di saet 19:20’an de du caran Geliyê Mêwîn yê rêzeçiyayên Metîna a girêdayî parêzgeha Duhokê topbaran kir.

Kameran Osman  bal kişand ser binpêkirina agirbestê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û wiha got: 

"Piştî pêngava dîrokî ya merasîma şewitandina çekan ji aliyê gerîlayan ve, artêşa Tirk 11 caran xaka Herêma Kurdistanê topbaran kiriye.

kameran anî ziman ku  hemû êriş jî li ser deverên girêdayî navçeya Amêdiyê pêk hatine.

PKK'ê  5-7 Gulana 2025`an kongreya xwe ya 12. li dar xist, di vê kongreyê de  biryara  fesixkirina PKK û danîna çekan girt. 

Koma Aiştî û civaka Demokratîk di 11`ê Tîrmeha 2025`an de  li şikefta Casene a Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û pabendiya xwe ya ji agirbestê re nîşan dan. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24