Hevserokê Meclisa Gel ya Mexmûrê ji aliyê Iraqê ve hate girtin

Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz û ajoker ev 4 rojin ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dema Hevserokê Meclisa Gel a (Mexmûr) Ehmed Şehbaz ji bo tenduristiyê çûbû Silêmanîyê, di vegerê de li gel ajokarê bi navê Gabar Nas li bendeke kontrolê ya artêşa Iraqê hatin girtin.

Li gorî agahiyan ji 18’ê Îlonê ve heta niha nehatine berdan û ji bo çi hatine girtin nediyare. 

Beriya niha Şandeya Rêveberên Mexmûrê dema çûbûn ji bo hevdîtinekê bi berpirsên îraqê re çêbikin hatibûn girtin û  37 rojan di zindanê de mabûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24