Cenazeyên 153 Jin û Zarokên Enfalkirî Vedigerin Kurdistanê

Cenazeyên 153 qurbaniyên enfalkirî ku hemû jin û zarok in û li parêzgeha Semawayê di goreke komî de hatibûn dîtin, piştî qedandina karûbarên yasayî û pijîşkî ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêvajoya tespîtkirin û vegerandina cenazeyên 153 jin û zarokên enfalkirî bi dawî bû. Ev qurbaniyên ku li çolên parêzgeha Semawayê di goreke komî de hatibûn dîtin, di dema êrişên Enfalê de ji aliyê rejîma Beis ve bi saxî hatibûn binaxkirin.

Karûbarên pizîşkî û yasayî yên tespîtkirina terman ji aliyê Dezgeha Şehîdan û Pijîşkiya Dadî ya Îraqê ve hate qedandin. Pêvajoya radestkirinê bi çavdêriya Şêwirmenda Serokkomarê Îraqê Perwîn Nûrî û bi hemahengiya Herêma Kurdistanê birêve diçe. Piştî gihîştina Kurdistanê, dê cenaze bi merasîmeke fermî bên veşartin.

Di êrişên Enfalê yên sala 1988'an de zêdetirî 182 hezar Kurd ji aliyê rejîma Beis ve hatin qetilkirin û di gorên komî yên li başûrê Îraqê de hatin veşartin. Lêgerîn û derxistina gorên din hîn jî bi dijwarî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye