Serokê Parlementoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî, duh gihîşt Hewlêrê û bi rayedarên herêmê re li ser pirsigrêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û li ser gelek mijaran danûstandin kirin.
Armanca sereke ya serdana Meşhedanî, çareserkirina pisgirêkên heyî û mijara hilbijartina Parlementoya Iraqê bû.
Ji aliyê xwe ve jî, cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdula diyar kir ku danûstandinê qonaxên pir baş derbas kiriye û îro jî dê li Bexdayê civîn berdewam bike.
Ev demek dirêje di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêka mûçe, dahat û neftê heye, heya niha jî nehatiye çareserkirin. Zêdetirî 2 meh in jî mûçeyê karmendên Herêmê nehatiye dayîn.