Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, îro li ser Facebookê ragihand ku komîte, belgeyên karmendan lêkolîn dike, da ku piştrast bike ku ew li gorî pîvanên diyarkirî ne yan na.
Wezaretê destnîşan kir ku ev gav beşek ji hewldanên ji bo birêkûpêkirina rewşa karmendan û temamkirina pêvajoya entegrasyonê ye.
Ev gav jî, di çarçoveya pêkanîna peymana 29`ê çileyê de ya ku di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, hatibû îmzekirin, tê.