Piştî belavbûna Vîrusa Hantayê li ser keştîya geştyariyê ya bi navê Hondosê, fikarên tenduristiyê yên berfireh derketine holê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku enfeksiyon bi gelemperî bi têkiliya bi girêz an tifa kesên vegirtî re tê veguhastin.
Vîrusa Hantayê li deverên ku hewa lê ne baş e, yan jî bi deverên girtî ve girêdayî ye.
Dibe ku karkerên di çandinî û daristanan de jî dixebitin, rastî vê nexweşiyê werin.
Rêxistinê pêşniyar kir ku hejmarek ji tedbîrên pêşîlêgirtinê dê werin girtin.
Pêşniyarên ku hatine girtin jî, ev in:
“Parastina paqijiya mal û cihên kar.
Hemû deriyên ku rê didin Vîrusa Hantayê, dê werin girtin.
Hilanîna xwarinê bi ewlehî.
Pêkanîna rêbazên paqijkirina bi ewle li deverên ku Vîrusa Hantayê lê belav bûne.
Ji firçekirin an jî paqijkirina gemara ziwa a lawiran dûr bikevin.
Berî paqijkirinê deverên qirêj, şil bikin.
Pîvanên paqijiya destan bi pêş ve bibin.”
Her wiha Rêxistinê piştrast kir ku veguhastina vîrusê di navbera mirovên ku têkiliyeke wan a nêzîk û dirêj bi hev re heye, çêdibe.
Nîşaneyên Vîrusa Hantayê, dibe ku piştî pêketina bi vîrusê re, çend hefteyan dereng bimînin û vîrus pir caran jî wekî vîrusa înfilwenzayê dest pê dike.