Komeleya Şêx Seîd: Têkoşîna Şêx Seîd bûye bingeha têkoşîna gelê Kurd

Bi bonaya 101. salvegara bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, îro gelek sazî û rêxistinan Şêx Seîd û cangoriyên bi wî re bi bîr anîn. Di bîranînê de bang li dewleta Tirkî hat kirin ku cihê gora Şêx Seîd diyar bike, da ku gelê Kurd bawer bike ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê berdaye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Komeleya Şêx Seîd, di 101`emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 48 hevrêyên wî de, li avahiya komeleya xwe daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. 

Xizmên Şêx Seîd, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî îro bûye bingeha daxwaza maf, azadî û rûmeta gelê Kurd.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ku neviyê Şêx Seîd e, destpêkê axivî û bal kişand ser rûpelên dîrokî yên sala 1925’an.

Piştre rêveberê Komeleya Şêx Seîd Bawer Firat nivîsara daxuyaniyê xwend:

 

ÎNSIYATÎFA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK DAXUYANÎ PARVE KIR

 

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 101. salvegera komkujiya Şêx Seîd û hevalên wî, daxuyaniyek parve kir û got:

"Îtiraza gelê Kurd a di şexsiyeta Şêx Seîd Efendî de derket holê ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmilasyonê bû, rastî êrîşeke mezin hat.

Bi behaneya serhildanê pêşeng û rûspiyên Kurd hatin desteserkirin, kuştin û sirgûnkirin

Şêx Seîd Efendî û 47 hevrêyên wî jî di 29'ê hezîrana 1925'an de li Qada Daxkapiya Amedê bi awayekî lezgîn hatin bidarvekirin."

KCK: EM Ê ARMANCÊN ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ PÊK BÎNIN

 

Ji aliyê din ve, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anîn û got:

"Şêx Seîd û 48 hevalên wî beriya niha bi 101 salan li qada Deriyê Çiyê yê Amedê hatin bidarvekirin.

Em wan bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bicihanîna hesreta wan a ji bo Kurdistana Azad dubare dikin.

Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bên bicihanîn, wê têkoşîna azadiyê dewam bike."

KCK’ê di dawî de got ku egere em behsa pêvajoya aştiyê dikin, divê cihê Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin û bi nîşandana cihê wan, wê bê nîşandan ku dawî li polîtîkaya qirkirina Kurdan hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye