Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê pevçûna li herêma Mehabadê de daxuyanî da.
Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Weke ku gelê me û raya giştî dizane, li herêma Mehabadê gundê Gageş û derdora wê, ji aliyê hêzên Îranê ve operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.
Li gorî agahiyên herêmî, şer û pevçûn heta niha berdewam in.
Der barê vê bûyerê de, dema agahiyên cuda bigihîjin destê me, em ê bi raya giştî re parve bikin.’’
Gundê Gageşê ku şer lê qewimiye, li devera Xelîfanê ya Mehabadê ye.