Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD'ê nasnameyên 5 şervanên di oxira parastina gelê xwe û destkeftiyên wî de, hatibûn kuştin eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hêzên me nasnameyên 5 şervanên di oxira parastina gelê xwe û destkeftiyên wî de, ku di xetên pêş de li hember êrîşên komên Şamê bi wêrekî û wefadarî şehîd bûne, eşkere kirin.
Li hember êrîşan bi wefadarî, dilsoziya bi dozê re û bi wêrekî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Wê bîranînên wan, sembolên îsrar û berxwedanê bimînin û em ê heta pêkanîna armancên gelê xwe yê azad û bi rûmet, li ser şopa wan bin, vîna nayê şikandin ji wan bigirin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Çiya Qamişlo
Nav û paşnav: Nasir Mihemed
Navê dayikê: Rena
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- 1'ê Adara 2026'an.
Baz Kobanê
Nav û paşnav: Mihemed Mamo
Navê dayikê: Îslim
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê-20'ê Çileya 2026'an
Mazlûm Emîn
Nav û paşnav: Adil Emîn
Navê dayikê: Sîham
Navê bav: Xalid
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê -20'ê Çileya 2026'an
Lezgîn Kobanê
Nav û paşnav: Ednan Xelîl
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê -18'ê Çileya 2026'an
Cebel Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed El Hisên
Navê dayikê: Sebha
Navê bav: Xalid
Cihê jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Mekmen-17'ê Çileya 2026'an.