Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê pêrozbahiyên Newrozê hatin lidarxstin.
Li navçeya Licê ya bajara Amedê Newroz hat pêrozkirin
Li qada navçeya Licê ya Amedê Newroz hate pîrozkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, nûnerên saziyên sivil û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Her wiha welatiyên ji navçeya Hezroyê jî hatin tev li pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiya de Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî.
Adalet Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser wateya Newroza îsal û wiha got:
“Newroz azadî ye.
Newroza îsal mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.
Werin em bi hev re ji vir heta Girtîgeha Îmraliyê silavên germ ji Rêzdar Abdullah Ocalan re bişînin û Newroza wî jî pîroz bikin.”
Li navçeya Elbak û Şaxê yên bajarê W anê Newroz hate pîrozkirin
Li navçeyên Elbakê û Şaxê yên Wanê Cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Navçeyê newroz hate pîrozkirin.
Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li navçeya Şaxê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê Newroz hat pîrozkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevseroka BDPê ya Wanê Gonul Uzunay, endam û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek welatî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.