Ebas Eraqçî: Em ê bersivên giran bidin Amerîkayê

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hêzên Îranê, wê bersiva her êrîşekê li ser tesîsên enerjiyê yên wan bidin. Her wiha DYA hewldanên ji bo danûstandinên ji bo bidawîkirina şer red kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka-Îsraîl li dijî Îranê, derbasî hefteya xwe ya sêyemîn bûye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hêzên Îranê wê bersiva her êrîşekê li ser tesîsên enerjiyê yên Îranê bidin.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, Ebas Eraqçî got ku hedefgirtina tesîsên Îranê wê bibe sedem ku Tehran tesîsên girêdayî şîrketên Amerîkî yên li herêmê yan jî şîrketên ku DYA tê de parên wan hene hedef bigire.

Her wiha Eraqçî zelal kir ku Tengava Hormuzê tenê ji bo tankerên petrolê û keştîyên ku aîdî dijmin û hevalbendên wan in girtî ye.

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku welatê wî wê bi baldarî tevbigere da ku ji hedefgirtina deverên niştecih dûr bikeve.

Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrîşên herî mezin ên di dîroka Rojhilata Navîn de li Girava Kharg a Îranê hatine kirin.

Donald Trump gef xwar ku wê binesaziya petrolê ya giravê bike armanc.

Trump got: "Me yek ji êrîşên herî mezin ên di dîroka Rojhilata Navîn de li Girava Kharg a Îranê pêk anî."

Ev yek nîşan dide ku Trump hilbijartiye ku binesaziya petrolê ya li Girava Kharg tune neke.

Lêbelê, wî gef xwar ku heke Îran ewlehiya li Tengava Hormuzê têk bibe, wê binesaziya petrolê ya li Girava Kharg tune bike.

Di bersivê de, teqez kir ku wê weke bersiva Donald Trump êrîşeke berfireh li ser tesîsên petrolê yên Amerîkî li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Trump hewldanên dawîkirina şerê bi Îranê re red kiriye

 

Ji aliyeke din ve reutersê ragihand ku rêveberiya Trump hewldanên hevalbendên Rojhilata Navîn ên ji bo destpêkirina danûstandinên dîplomatîk ên bi armanca bidawîanîna şerê bi Îranê re, red kiriye.

Du çavkaniyên payebilind ên Îranî gotin ku Tehran îhtîmala her agirbestê heta ku êrîşên Amerîkî û Îsraîlê ranewestin red kiriye.

Her wiha çavkaniyan got ku çend welatan hewl dane ku ji bo bidawîanîna şer navbeynkariyê bikin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Omanê berî ku şer dest pê bike, navbeynkariya danûstandinan kiribû.

Li gor Reutersê rayederekî payebilind ê Qesra Spî piştrast kir ku Trump hewldanên destpêkirina danûstandinan red kir û ew li ser berdewamiya şer ji bo qelskirina şiyanên leşkerî yên Tehranê disekine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye