Rojnameya Guardîan destnîşan dike ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, guherînek mezin di nav jinên ciwan de pêş ketiye ku êdî jin hîcabê red dikin.
Jinên ku ji Guardîan re axivîn diyar kirin ku dewlet ditirse ku car din sepandina hîcabê li ser jinan ferz bike, ji ber ku niha Îran bi giştî bi rêze alozî re derbas dibe ew jî dê bibe sedemê serhildanên mezin û wiha hate gotin:
"Anha hîcab ne di rojevê de ye ji ber ku Îran bi krîzên aborî, kêmbûna avê û zextên siyasî re derbas dibe."
Li gorî yasaya bi navê "Qanûna Hîcab û Paqijiyê" ku di sala 2024'an de hate bidawîkirin, jinên ku hîcabê li xwe nakin têne tawanbarkirin û bi cezayên girtîgehê yên dirêj re rû bi rû dimînin.