Fermandarê hêzên ewlekariya hindirîn ê Rîf Dîmeşqê Ahmed El Dalatî li ser vê operasyonê got:
"Yekîneyên me yên pispor bi hevkariya pergala istixbarata giştî û hêzên Koalîsyona Navdewletî, li bajarê Miedemiyet El Şam ê Rîf Dîmeşq, veşartgeheke DAIŞ`ê kir armac.
Di encamê de serçeteyê bi navê Taha El Zubî ku weke Ebû Omer Teybe tê naskirin û peywira waliyê Şamê di rêxistina terorê de digire, tevî çend alîgirên xwe hatin girtin."
Yekemîn car e ku Hikûmeta Veguhêz behsa hevkariya bi Koalîsyona Navdewletî dike.
Piştî êrîşa çeteyekî DAIŞ`ê li dijî hêzên Koalîsyonê li Tedmurê ku tê de 2 leşker û sivîlek hatibûn kuştin, Hikûmeta Veguhêz hewil dide riwê xwe li ber Amerîka spî bike, nexasim ku çeteyê êrîşa Tedmurê pêk anîbû endamekî hêzên ewlekariya Hikûmeta Veguhêz bû.