Hêzên Îsraîlê li gundewarê rojavayê Derayê kesek girtin

Hêzên Îsraîlê li Derayê kesek girtin. Rojnameya Israeli Maariv ragihand ku çekdarên Îranê li başûr-rojhilatê Sûriyê bi kamyonên vekirî yên ku çekdaran hildigrin, li başûrê rojhilatê Sûriyê digerin Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku wê artêşa Îsraîlê li Lubnan û Colanê hebûna xwe biparêz e. Wezîrkî din yê Îsraîlê got ku Sûriyê Îraîlê dikşîne şer.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size


Têketinên Îsraîlê dinava xaka Sûriyê her diçe zêdetir dibe.

Şevê din jî li Hawza Yermûk a li gundewarê Derayê hêzên Îsraîlê bi ser malekî de girtin.

Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku di serdegirtinê de Îsraîliyan xwediyê malê Mihemed el-Qwaider girtin.

"Êrişek ji Sûriyê dike bibe sedema senaryoyek wekî 7`ê Cotmehê"

Piştî ku her du alî negihiştin lihevkirinekê, her diçe di navbera Sûrî û Îsraîlê de nakokî û alozî zêde dibin.

Rojnameya Israeli Maariv behsa xeteriya ku li Sûriyê heye kir.

Rojnameya Îsraîlî Maariv eşkere kir ku êrişeke muhtemel ji Sûriyê dikare bibe sedema senaryoyek wekî 7`ê Cotmehê û got:

"Komên çekdar yên girêdayî Îranê li başûr-rojhilatê Sûriyê bi kamyonên vekirî yên ku çekdaran ku çekên giran rakirine hildigrin, li başûrê rojhilatê Sûriyê digerin.

Îhtîmala ku 30 heta 40 kamyon ji çend xalan ber bi sînorê Îsraîlê ve biherikin, wê demê bersiveke ewlehiyê ya girîng hewce dike

Wezareta Parastinê yê Îsraîlê: Pêwîst e artêş hebûna xwe li Lubnanê û golanê biparêze

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz şevê din di gera xwe ya li eniyên li bakurê welêt  de got ku divê artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnan û bilindahiyên Golan wekî "herêmeke Bêçek" biparêze.

Israel Katz da zanîn ku wê artêşa Îsraîlê li herêmê wekî bendek di navbera dijminên cîhadîst û niştecihên Celîl û Golanê de hebûna xwe biparêze.

Wezîrekî Îsraîlî: Sûriyê me dikşîne şer

Têkildarî mijarê, Wezîrê Diyasporayê yê Îsraîlê Amîchaî Şekl jî li ser pirsa siloganên piştgiriya Xeza ji leşkerên hikûmeta veguhêz a Sûriyê di pîrozbahiyên hilweşîna Esed wiha got:

"Sûriyê me dikşîne şer. Şerê bi Sûriyê re rev jê nîne."

Duh jî artêşa Îsraîlê ragihand ku dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê hin dîmenên ku leşkerên hikûmeta evguhêz a Sûriyê van sloganan berz dikin, bi dest xist.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye