Papa li Libnanê peyama aramîye û aştîyê da

Papayê Vatîkanê tûra xwe ya Rojhilata Navîn didomîne Mezinê alema katolîk duh dest bi serdana xwe ya Libnanê kir

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Papa Leoyê XIV di qonaxa duyemîn a tûra xwe de duh gihîşt Libnanê.

Papa wê li vî welatî bi mezinên olî û nûnerên civakî re rêzêhevdîtinan bike.

Herwiha, serdana hin îbadetgehan di rojeva Papa de ye.

Peyama sereke ya Papa wê li Libnan aloz derxe pêş aramî û aştîya civakî ye.

Mezinê alema katolîk ji lîderên Libnanê dixwaze, dawî li sîyaseta dijberîyê bînin.

Papa di roja ewil tûra xwe de li dêreke ermenîyan tevlî bernameyekê bû.

Papa di axaftina xwe de li dêrê komkujîya ermenîya a 1915an wekî "jenosîd" pênase kir.

Bi van gotinan, Papa maskeya di warê înkara jenosîdê de ya ser rûyê dewleta tirk daxist.

Nuqteyeke din a balkêş vê serdanê helwesta erênî ya Hîzbulahê ya ji bo Papa bû.

Hîzbulaha xwedî îdeolojîyeke îslamî ya radîkal e, ji alîgirên daxwaz kir Papa bi girseyî pêşwazî bikin.

Hîzbulah bi vê helwestê dixwaze li hemberê Îsraîlê destekê ji Vatîkanê bigire.

Libnan welatekî pir-olî ye ku ji sêyan yek ê civakê ji xristîyanan pêk tê.

Ji ber vê taybetîya xwe Vatîkan vî welatî weke keleyeke xrîstîyanîyê ya li Rojhilata Navîn dihesibîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye