Li Swîsreyê biryara ferzkirina baca avhewayê hat redkirin

Çalakvanên Swîsreyê ji bo krîza avhewayê çareser bikin, pêşniyara ferzkirin baca li ser milyarderan kirin. Lê ev yek ji aliyê piranya Swîsreyan hat redkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya vê bi çend hefteyan, çalakvan li Bernê daxwaza baca mîratê ya neteweyî li ser milyarderan kir.

Hate destnîşan kirin ku ev baca bikete di xizmeta avhewayê de.

Lê ev daxwaz ji zêdetirî ji sedî 78`ê dengderên Swîsreyî hat redkirin.

Hikûmet redkirina baca avhewayê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Çalakvan bêhêvî man piştî ku dengdêrên Swîsreyî bi tundî pêşniyara wan red kirin.

Encamên fermî yên ji 26 kantonên welêt nîşan dan ku ew bi piranî red kirin.

Pêşniyareke din di derbarê leşkertiya ferzî de jî, hatibû kirin, lê ciwanan Swîsrî ev pêşniyar jî, red kirin.

Hikûmet û parlamentoya Swîsreyê li dijî her du pêşniyaran derketin û îdîaya kirin ku ew pêşniyar ne li gorî berjewandiya pêşketina welêt e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye