Bahoza Melissa li Karayîban dide

Bahoza Melissayê li Karayîban xist û Jamaîka, Haîtî û Kubayê wêran kir. Rayedarên Jamaîkayê piştrast kirin ku herî kêm sê mêr û jinek jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Leza bayê Melissayê di saetê de digihêje 90 mîlê, ev jî gefeke mezin li ser jiyan û binesaziya li seranserê herêmê dixwe.

Li Jamaîkayê, Serokwezîr Andrew Holness destnîşan kir ku beşên başûr-rojhilat û başûr-rojavayê welêt bandoreke hilweşîner pêkhatiye, her wiha nexweşxane, qereqolên polîsan û tesîsên hikûmetê bi tevahî weran bûne.

Tê payîn ku bahoz dê derbasî başûr-rojhilat û Bahamayê bibe, barana giran heta 25 cm û pêlên heta bilindbûna 2 metreyan bi xwe re bîne.

Têkildarî mijarê, meteorologê sereke yê AccuWeather Jonathan Porter,  texmîn dike ku zirara aborî û windahiyên giştî yên girava Jamaîkayê ya Karayîban dê bigihije 22 milyar dolarî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye