Tartûsê hewildana serjêkirina ajokarekî ji taîfeya Elewî

Li bajarê Tartûs ê Peravê kesekî hewl da ajokarekî taksiyê yê ji taîfeya Elewî bi kêrê serjê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajokarê taksiyê Hisên Selama kesekî temenmezin e û ji pêkhateya Elewî ye, li nîvê kolanê rastî êrîşê hat û yekser ber bi nexweşxaneyê ve hat rakirin.

Hat ragihandin ku rewşa wî aram e.

Piştî bûyerê, dezgehên ragihandinê yê nêzîkî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand, ku kesê sûcdar nexweşekî derûnî ye.

Humsê welatiyek ji taîfeya Murşidî hat kuştin

Her wiha li gundewarê bakur ê Humsê, welatiyek ji taîfeya Murşidî li ser destê hin çekdaran hat kuştin.

Welatiyê bi navê Zahid Yûnis ê 66 salî ji gundê Kefer Nan e, duh dema ji bajarê Humsê vedigeriya gundê xwe, çekdaran ew gulebaran kir û tavilê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye