Şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê bi êrîşên berdewam ji her du aliyan ve, derbasî hefteya xwe ya duyemîn bû.
Tehran rastî êrîşên dijawar hat
Medyayên Îranê diyar kirin ku êrîşên dijwar li ser Tehranê pêk hatin.
Hate ragihandin ku êrîşeke asmanî, baregeha Hêza Fezayî ya Supaya Pasdaran li Tehranê û êrîşeke din Meydana Azadî li navenda Tehranê her wiha êrîşeke din jî Balafirgeha Navneteweyî ya Mehrabad a Tehranê hedef girtine.
Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnim, ragihand ku Îranê li asîmanê bajarê Îsfahanê droneke sîxurî ya Orbiter 4 a Îsraîlê asteng kiriye.
Artêşa Îsraîlê eşker kir ku ji sibeha şemiyê ve zêdetirî 80 balafirên şer beşdarî êrîşên berfireh li ser binesaziya leşkerî ya Dewleta Îranê li Tehran û navenda Îranê bûne.
Her wiha Atrêşa Îsraîlê da zanîn ku Îranê di sibeha roja şemiyê de mûşek avêtine Îsraîlê.
Îranê pêla 23`emîn a operasyona "Soza Rastîn 4" ragihand
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de pêkanîna pêla 23`yemîn a Operasyona "Soza Rastîn 4" ragihand.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku ev pêl, piştî operasyoneke hevbeş a mûşek û dronan ku roja înê li deverên Îsraîle û baregehên Amerîkî li herêmê hedef girt, hatiye ragihandin.
Turmp: Em tiştekî kêmtir ji teslîmbûna bê şert û merc a Tehranê qebûl nakin
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ê tiştekî kêmtir ji "teslîmbûna bê şert û merc a Tehranê" qebûl nekin.
Ev yek jî piştî daxuyaniya Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hat ku tê de gotibû hin dewlet, ketine hewildanan ji bo destpêkirina dan û standinan di navbera Waşington û Tehranê de.
Di hema çarçoveyê de jî, Balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, Emîr Seîd Îrvanî, roja înê got ku heta niha di şerê li dijî Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de herî kêm 1332 sivîlên Îranî hatine kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.
Îrvanî îdea kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîl bi zanebûn binesaziya sivîl hedef girtine, lê hêzên Îranê deverên leşkerî hedef girtine.