Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya û desthilat hate guhertin, gelek penaberên Sûrî li sereranserê welatên cîhanê vegeriyan welatê xwe.
Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê der barê hejmara penaberên Sûriyê yên ku vegeriyane welatê xwe de, daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku ji sala 2016'an ve, bi giştî milyonek û 407 hezar û 568 Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Hat diyarkirin ku niha li Tirkiyê 2 milyon û 280 hezar û 542 Sûrî bi awayekî qeydkirî mane.
Bi taybetî piştî ku di 8'ê Kanûna 2024'an de desthilat guherî, liv û tevgera vegerê zêdetir bûye.
Li gorî amarên wezaretê, piştî wê dîrokê 667 hezar û 565 kesên din ji Tirkiyê derketine û vegeriyane welatê xwe.
Wezaretê destnîşan kir ku ev amar bi rêya kontrolên li deriyên sînorî, raporên tevgera nifûsê û berhevkirina çavkaniyên cuda, bi hûrgilî hatine amadekirin.
Tirkiyê bi vegera 639 hezar û 995 kesan, di lîsteya welatên ku herî zêde Sûrî ji wan vedigerin de, di rêza yekem de cih digire.
Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan li Urdunê jî, ragihand ku ji dema hilweşîna Baasê û vir ve, zêdetirî 190 hezar penaberên Sûrî vegeraniye.
NY: Ji dawiya sala 2024'an û vir ve 1.6 milyon penaberên Sûriyê vegeriyane
Her wiha Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî OCHA'yê ragihand ku ji dawiya sala 2024'an û vir ve, 1.6 milyon penaberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe.
Nivîsgehê da zanîn ku zêdetirî 13 milyon Sûrî hewcedarê xwarinê ne, 12 milyon hewcedarê ava paqij in, û nêzîkî 13 milyon jî hewcedarê piştgiriya tenduristiyê ne.
Li gorî jêderê, Lehiyên vê dawiyê li 5 parêzgehan bandor li zêdetirî 20,000 kesan kirine.