Hikûmeta Veguhêz nahêle malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin

Malbatên dîlgirtiyên QSD'ê ji bo ku zarokên xwe bibînin, berê xwe dan navendên ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li Helebê. Hêzên Hikûmeta Veguhêz rê nedan malbatan ku zarokên xwe bibînin û gef li wan xwarin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Plan bû ku beriya niha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê beşeke din a dîlgirtiyên Hêzên Sûriya Demorkatîk QSD'ê berde, lê ev yek nebû.

Hin malbat ji bo hevdîtina zarokên xwe yên dîlgirtî çûn Helebê, û serî li navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dan.

Malbatan destnîşan kirin ku Hikûmeta Veguhêz rê neda wan ku zarokên xwe bibînin.

Malbatan eşkere kir ku endamên hêzên ewlekariyê gef li wan xwarin, ku eger kombûnê ji hev nebin dê werin revandin.

Hejmareke malbatên dîlgirtiyan diyar kir ku, hinek malbat piştî ku pere dan, agahî der barê cihên ragirtina zarokên xwe de wergirtin.

Li gorî wê, dîlgirtî di beşa ewlehiya leşkerî ya li çerxerêya Basil û beşa ewlehiya siyasî ya li taxa Silêmaniyê yên Helebê ragirtî ne.

Her wiha hate gotin ku zindaneke veşartî nû di navbera Mizgefta Rihman û Stadyûma Ciwanan de hatiye avakirin, û hin zindanên din ên veşartî jî hene.

Hin girtîgeh jî li herêma Şiqêf a bakurê Şêxmeqsûdê hene, û hin dîlgirtiyên sivîl û leşkerî di girtîgehên Minbic, Hums û Reqayê de têne ragirtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye