Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hejmara qurbaniyên

Ji 6`ê mehê ve li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şer dest pê kir. Ji destpêka şer û pevçûnan ve, hejmara qurbaniyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê herî kêm gihîştiye 137 kesan tevî kuştî û birîndaran.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 6`ê mehê ve li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şer dest pê kir.

Çekdarên Hikûmetê li taxa Eşrefiyê ya Helebê komkujî pêk anîn.

Di van komkujiyan de bi dehan kes bûn qurbanî.

Ji destpêka şer û pevçûnan ve, hejmara qurbaniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herî kêm gihîştiye 137 kesan, tevî birîndar û kesên ku jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarankirina bê ser û ber 8 kesan jiyana xwe ji dest da ye.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyan a rojekê gihaşt 25 kesan ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Her wiha SOHR`ê da xuyakirin ku di vî şerî de çekên giran hatin bikaranîn.

Bi awayekî rasterast avahiyên niştecihan û nexweşxaneyên wê derê jî tên bombebarankirin.

SOHR: Qurbaniyên gihîştiye 43 kesan

Li gorî daxuyaniya SOHR`ê ji roja şer yekem heya roja îro hejimara kesên ku hatin kuştin gihîştiye 43 kesan, 25 sivîl, ku di nav wan de 7 jin û 5 zarok hene.

Di nav vê raportên mirina 5 kesan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, heta niha nekariye navên wan belge bike.

Her wiha 98 birîndar hatin tomarkirin, ku piraniya wan zarok û jin bûn.

Nexweşxaneya Xalid li taxa Şêx Meqsûd 4 caran hat armancgirtin

Di heman demê de komên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr li taxa Şêxmeqsûd 4 caran hat armancgirtin.

Di encamê de Nexweşxane bi tevahî ji xizmetê derket, lê tevî vê yekê jî bijîşk hîna xizmetên acîl peyda dikin.

Ev rewş ji ber zêdebûna hejmara birîndaran, gefê li karesateke mirovî ya rastîn dixwe.

Nexweşxaneya Osman li taxa Eşrefiye ya Helebê jî ji aliyê çekdarên Hikûmetê ve rastî êrîşî hat.

Her wiha çekdaran 2 karmendên Nexweşxaneya Osman jî kuştin.

Ji ber êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz Ii Şêxmeqsûdê avahiyek bi ser malbatekê de hat xwarê.

Bi piranî zarok birîndar bûn, bavê wan jî jiyana xwe ji dest da.

Ev êrîş binpêkirinên eşkere û cidî ya qanûna mirovî ya navneteweyî û pîvanên navneteweyî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye